Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Ser Êrîşa Pira Qirimê Amerîka û Brîtanya Tawanbar Dike


Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova ser êrîşa li Pira Qirimê Ukrayna tawanbar kir.

Zakharova îdia kir ku tilîya Amerîka û Brîtanya jî di vê êrîşê de, lê ti delîl nîşan neda.

"Rejîma Kîevê êrîş bir ser Pira Qirimê. Kîev rejîmeke terorîst e û hemî taybetmendîyên rêxistineke navnetewî ya tawanan li ser wê hene."

Zakharova got ku di biryara van êrîşan de bandora îstixbaratên Amerîka û Brîtanya heye.

Berdevka Rûsî dîyar kir ku artêşa Ukraynî bi bandora Amerîka û Brîtanya biryarên êrîşê dide û her du dewlet rêberîya dewleta terorê dikin.

Hin sîyasetvanên Rûsî jî dibêjin ku jiber êrîşa ser pira ku rêka Qirimê li Rûsya vedike divê Moskow ji peymana dexûldan vekişe.

Vîdyoyên medyaya Ukraynî belav kirine nîşan didin ku Pira Kerch di beşeke rê de bûye du parçe û giranîya xwe daye ser hêlekê.

Ajansên navnetewî dibêjin ku ew nikarin bi awayekî serbixwe dîmenan piştrast bikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG