Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê 34 Dronên Ukraynayê Xistin Xwarê      


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Wezareta berevanîyê ya Rûsyayê roja Yekşemê ragihand ku artêşê 34 dronên Ukraynayê ku Moskow kiribûn armanc, xistin xwarê, ku ev ji destpêka dagirkerîya Rûsyayê li Ukrayna di 2022’an ve, êrîşa herî mezin a li ser paytexta wê ye.

Wezaretê got ku berevanîya esmanî ya Rûsyayê di navbera saet 4 û 7’ê serê sibeha roja Yekşemê li 6 herêman bi giştî 70 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Li gor wezareta Rûsî, 34 li ser herema Moskowê û yên mayî jî li ser heremên Bryansk, Orlov, Kaluga, Tula û Kursk hatine têkbirin.

Karbidestên Rûsî got jiber êrîşên Ukrayna 3 firokexaneyên Moskowê bi demkî hatine girtin, jineke 52 salî birîndar bûye û li gundê Stanovoye yê herêma Moskowê jî 2 mal şewitîne.

Wezareta berevanîyê ya Rûsyayê berîya niha jî ragihandibû ku wê li ser herêmên Bryansk, Rostov, Belgorod û Kurskê yên ku hemû li ser sînorên Ukraynayê ne û êrîşên dronî li wwan hereman zêdetir dibin, bi tevahî 23 dronên Ukraynayê hatine têk birin.

Dema ku paytexta Ukraynayê Kîev bi dubarekî ji alîyê dron û mûşekên Rûsî ve tê armanckirin, êrişên li ser Moskowê pir kêm in.

Ukrayna dibêje, êrîşên wê yên ku bi gelemperî cihên hilberîna enerjîyê armanc dikin, bersîva bombaranên Rûsyayê li ser axa wê ye.

Di bombebaranên Rûsyayê li ser bajarên Ukrayna di navbera Pêncşem û Înê de hefteya borî de, herî kêmî yek kes hat kuştin û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Hêza esmanî ya Ukrayna got ku Moskowê şeva din 5 mûşek, 92 dron û herwiha bombe avêtine seranserê Ukraynayê.

Hêzên asmanî di daxuyanîyekê de got, yekîneyên wê çar mûşek û 62 dronên Rûsî xistin xwarê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG