Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin ji bo Kombûna Trump û Putin li Benda Biryara Amerîka ye


Peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov
Peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov

Ajansa nûçeyan a Rûsî Interfax îro Yekşemê ragihand ku Kremlin dibêje ew bi hêvîye kombûnek di navbera serokê Rûsya Vladimir Putin û yê Amerîka Donald Trump de pêk bê, lê wê di vê derbarê de ti biryar ji Waşintonê wernegirtine.

Li gor Interfax, peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov gotiye ku ew dizanin Trump behsa niyaza xwe ya kombûnekê kiriye, lê ew her wiha dizanin jî ku wezîrê derve Mike Pompeo ti pêşniyarên berbiçav li dor organîzekirina kombûneke wiha pêşkêşî wan nekirine.

Tê zanîn, Amerîka û Rûsya di gelek mijaran de nakok in û hewildanên jinavbirina wan nakokiyan berdewam in.

XS
SM
MD
LG