Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya: Rûsya Pêşbîniya Pêşketinan Di Axaftinên Bi Amerîkayê Re Nake


Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Ryabkov
Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Ryabkov

Ajansên medya Rûsya îro Şemiyê ragihand ku Rûsya gotiye ew di van hefteyên bê de pêşbîniya pêşketinan di axaftinên bi Amerîkayê re nake li dor mijarên wekî vîza û erkên balyozxaneyên herdu welatan.

Pêwendiyên Amerîka û Rûsya ku ji berê ve ne baş in, vê dawiyê rastî aloziyên girêdayê hejmara dîplomatên her welatekî li yê din bûne.

Sergei Ryabkov, cîgirê wezîrê derve yê Rûsya îro got ku di pêwendiyên dawî yên li gel Waşintonê de heru aliyan daxuyaniyên xwe yên berê dubare kirin, lê dê gereke nû ya axaftinan li welatekî sêyem di hefteyên bê de bibin.

Ajansa Interfax ji ser zimanê Ryabkov ragihand ku gotiye:

“Ti pêşketin nîne, diyar e ti pêşbînî nînin.”

Berpirsekî mezinê wezareta derve ya Amerîka meha borî gotibû ku Amerîka tenê bi 120 kesên li balyozxaneyê dixwaze tiştên zêde pêwîst li Moskoyê birêve bibe.

Rûsya 400 dîplomat li Amerîka hene, di nav de jî şandê wan yê Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê, li gor berpirsê Amerîkî.

Ryabkov got:

"Pêwîste Amerîka hejmara karmendên xwe li Rûsya zêde bike da ku asta normal ya xizmetên vîza vegerîne.”

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG