Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanekî YPG Yê Alman Li Şedadê Jiyana Xwe Jidest Da


Şervanê YPG yê Alman Gunter Helsten (Rustem Cudî)

Rojnama Almanî ya bervbilav Frankfurter Allgeimne Zeitung roja Çerşemê da xuyakirin ku şervanekî Alamn di nava rêzên YPG de, li Şedadê hatiye kuştin.

Rojnama (FAZ) radigehîne ku kesekî Alman yê 55 salî jibo beşdariya şerê li dij Daişê li Sûriyê tevlî nava rêzên Yekîneyên Parstina Gel YPG bibu, di operasiyona rizgarkirina bajarê Şedadê de jiyana xwe jides daye.

Dîsan Rojnama Almanî Bild di nivîse leşkerê berê yê Alman Gunter Helsten yê ku, bi nasnavê Rustem Cudî di nava rêzên YPGê de dihat naskirin, di şerê li dij çekdarên terrorist yên Daişê li li Sûriyê jiayana xwe jidest daye.

Şervanên YPGê beriya heftiyekê bi hevkariya êrîşên esmanê yên hêzên koalîsiyona navnetewî ya li dij Daişê bajarê Şedadî rizgarkir bûn.

Wek tê zanîn ev Şervanê duyemîne ji Almaniya di nava rêzên YPGê de tê kuştin, herweha çendîn kesên biyanî jibo şerê li dij Daişê tevlî nava rêzên YPG dibin, heta niha çend kesên biyanî yên Amerîkî Ewrupî di şerê li dij Daişî de li Sûriye û Îraqê jiyana xwe jidest dane.

XS
SM
MD
LG