Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Siyseta Amerîka ya li Hember Rewşa Helebê Rexne Dike


Lavrov û Kerry
Lavrov û Kerry

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov, roja Sêşemê helwesta Amerîka ya li hember rewşa bajarê Helebê û nederketina çekdarên opozisyonê ji Helebê rexne kir û got"Amerîka ji daxwaza Rûsya û dewleta Sûrî ya derketina çekdarên opzisyonê ji bajarê Helebê xwe vediz e."

Lavrov Sêşemê di Press Konferansek hevbeş de li gel Emîndarê giştî yê Civata Yekêtiya Ewrupa Thorbjorn Jagland​ got Amerîka gotûbêjên "Cidî", red dike û da zanîn ku, hatbû plankirin pisporên Amerîkî û Rûsî liser pirsgirêka Helebê roja Çarşemê civînan encam bidin, lê Amerîka xwe paşda kişand.

Lavrov got, wezîrê derve yê Amerîka John Kerry daxwaza lênerîna belgenamekê ji Rûsiya kir kanê ew çawan dibînin, lê ji nişka ve Amerîka namek şand û daxwaza lêbûrînê ya beşdariya di civînên taybet yên derbarê rewşa Helebê de xwast û got ku, ew ne di amadene Çarşemê beşdar bibin.û belgenama xwe paşda kişand.

Lavrov da zanîn ku Amerîka dixwaze "wextî qazanc bike", da ku çekdarên opozisyona Sûrî bikarin cardin rêzên xwe rêkbixin.

Rûsya doh roja Duşemê gropên çekdar yên opzisyona Sûrî agihdar kir bûn, eger ew xwe ji Helebê dernekevin, dê serderiya terorîstan li gel wan bihê kirin.

Li aliyekê din dewleta Sûrî red dike ku, şerî rawestîne heta ku hemû "Terorîst",ji Helebê derdikevin, weke berpirsên dewleta Sûrî dibêjin.

Ev helwesta dewleta Sûrî di wî çaxî de zelal bû dema Rûsya û Çîn dixwazin rê li hember projeya agirbesta heft rojan bigrin yaku di Civata Ewlekariya navnetewî de tê pêşkeşkirin.

XS
SM
MD
LG