Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstîxbarata Amerîkî: Berpirsên Fermî Yên Rûsya Dest Xistine Nava Hilbijartinên Serokatiyê


Komîta Xizmetên Çekdarî di Civata Nûrên Amerîka de

Berpirsên Îstîxbartî yên Amerîka yên di astek bilind de dibêjin ew di wê bawerê de ne ku, di asta bilind de, berpirsên Rûsiya haya wan ji Hakerên Înternêtê hebûn û mayên xwe di hilbijartinê serokatiya Amerîka yên sala 2016an de kirine.

Berpirsên Amerîkî dan zanîn ku, raste rast Rûya berpire ji dizîn û birina belegyên Komîta Niştîmanî ya Demokratîk û hewil dane destê xwe bixin nav hilbijartinên serokatiyê yên Mijdara 2016an.

James Clapper rêveberê Îstîxbarata Niştîmanî, Michael Rogers berpirsê Ewlekariya Niştîmanî û Marcel Lettre wekîlê wezareta berevaniyê jibo karên Îstîxbaratî roja Pênçemê di avahiyê Civata Nûneran (Seant)ê de hatin lêpirsîn kirin, berpirsên Îstîxbaratî yên di asta bilind de weha dan xûyakirin ku, baweriya wan ewe berpirsên fermî yên Rûsya dest li gel Cyberên Internêtê û dizîna belgeyan hebû di hilbijartinên serokatiya Amerîka de, wan li hember komîta hêzên çekdar ya Civata Nûneran de, gotin ev "Gefeka gelek mezine".

James Clapper da zanîn ku wî baweriyeka gelek qahîm heye. Hakerên Rûsya xwe gihandiye nava hesabên sazî û endamên Partiya Demokrat, herweha wan pêzanîn û belegyên nerast derbarê hilbijartinên serokatiya Amerîka de, yên 8î Mijdara 2016an weşandine.

Li aliyê din serokê hilbijartî Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence bi goman nêzîkî maytêkirina Rûsya dibin di hilbijartinên 2016an de. Herçende Trump gotiye, ew"tam piştevanîyê" dide, ku lidûvçûn û lêkolînên rast ji aliyê saziya Îstîxbaratê bên kirin.

Rûniştina Civata Nûnerên Amerîka ya roja Pênşemê ji aliyê sênatorê Komariyan John MacCain ve hat birêvebirin , McCain weke rexnegirê herî li pêş yê Rûsya ye.

Di encama civîna Pênşemê de, endamên Komarî û Demokrat daxwaz kirin da ku sizayên zêdetir liser Rûsya bên danîn.

XS
SM
MD
LG