Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya li Sûriyê Dest bi Kêmkirina Hêzên Xwe Dike


Russia Syria

Rûsiya dibêje roja Înê di çarçeva kêmkirina hêzên xwe de li Sûriyê, dest bi vekişandina hind hêzên xwek kirîye, li gor mercên pêkhatina derbarê agirbesta nû ya di navbera hêzên opozisyon û hikûmeta Sûrî de, Rûsiya ev pêngav avêtiye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dawiya meha borî agirbesta li Sûriyê ragihand bû, û got bû, Rûsya dê hind hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne yên bo piştevaniya hêzên artêşa Sûrî çû bûn wî welatî.

Valery Gerasimov serok erkanên giştî yê hêzên Rûsya got wan roja Înê dest bi kêmkirina hêzên xwe kirîye li Sûriyê ev pêngav hevdeme li gel vekişandina hind hêzên deryayî yên liser gemiya cengê ya hilgira balefiran (Admiral Kusnezow) li rojhilatê derya spî, gemî piştî pêşkeşkirina xizmetan û pêkanîna êrîşan li dij armancên gropên şîdetkar ji meha Mijdarê heta niha cardin dê vegere Rûsiya.

Gerasimov herwiha got ev pêngav li gor biryara serokê giştî yê hêzên çekdarên Rûsya Vladimir Putin pêkhatiye, wezareta berevaniyê dest bi kêmkirina hêzan kiriye li Sûriyê.

Gerasimov herweha got dixwazim sopasiyên xwe pêşkeşî stafê gemiya firokehilgir ya (Admiral Kusnezow) bikim ku, erka xwe bicih anîn.

Serok erkanê artêşa Sûrî, Ali Abdula Eyub di peyvekê di di Televizyona fermî ya dewletê de bal kişande ser giringiya piştevaniya Rûsya ya "şerê li dij Terorê" û giringiya hevkariya leşkerî ya di navbera herdu welatan de piştî serkeftinên bi ser terorê de.

XS
SM
MD
LG