Rûsya dibêje, biryara kombûna Hevalên Sûrîyê ku Amerîka soza alîkarîyeke nû jibo opozîsyona wî welatî kiribû, nabe alîkar ku kêşeya heyî bi dawî were.
Wezareta Derve ya Rûsî îro Înîyê bi daxuyanîyeke nivîskî got, biryarên ku di wê civîna Roma'yê de hatine dayîn, dê cesaret bide tundrêyan ku dixwazin destilahatê bigirin destê xwe.
Amerîka do Pêncşemê ragihandibû ku ew dê 60 mîlyon dolar alîkarîya demûdest bide opozîsyona Sûrî ku nav vê de xwarin, pêdivîyên saxlemî û alîkarîya nekujêr ya jibo Civata Bilind ya Leşkerî ya rikeberî jî heye.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry jî îro li Tirkîyê ye ku danûstandinan ligel wî welatî bike, li ser çawanîya alîkarîkirina hewlên serhildayan.
Birêz Kerry li Îtalya'yê gotubû ku cîhanê hemî dît ku ku hovitîya Serokê Sûrî Beşar Esed zêdetir bûye û heta ku ew li ser desthilatê bimîne, gelê Sûrî nikane armanca xwe ya “civateke azad, ewle û rewa” bicîh bîne.
Hevdem, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ji Dengê Amerîkayê re dibêje, termên 10 zilaman hatine dîtin, li cotgeheke dervayê paytaxt Şam hatine dîtin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand, yek ji wan zilaman hatibû serjêkirin, nehên din jî bi teqekirinê hatibûn kuştin. Rêxistinê lêzêde kir ku nasnameya wan 10 kesan nayê zanîn.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê herwiha da zanîn ku li Heleb, Şam û Hama şerên nû qewimîn.
Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku bi kêmî ve 70.000 kes di alozîya 23 mehan de, li Sûrîyê hatine kuştin.