Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Hişyarî Dide Washingtonê ku Lîsta Karbidestên Rûsî Neweşîne


Gora berevankarê mafên mirovan Sergei Magnitsky
Moskow hişyarî dide Washingtonê ku lîsta wan karbidestên Rûsî neweşîne ku rûbirîyê ceza û toleyan dibin.

Jimareke karbidestên Rûsî têne ceza kirin, jiber zêdegavîya mafên mirovan.

Berdevkê Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Înîyê got, eşkerekirina wê lîstê dê zîyaneke xirab bide peywendîyên navbera her du alîyan.

Lîsta ku çaverê ye îro Înîyê were weşandin, destûra xwe ji Peymana Magnitsky werdigire.

Sergei Magnitsky awuqatekî Rûsî bû ku li sala 2008an, jiber sextekarîya bacê hatibû girtin, piştî ku wî nexşeyeke dizî û bertîlê eşkere kiribû.

Birêz Magnitsky sala 2009an li zindanê miribû, piştî ku gelek caran lêdan xwaribû û nirînên wî nehatibû derman kirin.

Di nav lîstê de, xencî karbidestên ku maya wan di bûyera Magnitsky de hene, karbidestên Kremlînê jî hene ku zext û zordarî li ser cudabîrên sîyasî dikin.
XS
SM
MD
LG