Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Giheştina Muşekên Rûsî ji Sûrîyê re Berî Îlonê Nabe


Rojnameyên Rûsî ji zarê jêderekî pisporekî çêkirina sîlahan radigihînin ku Moskow hîn jî sîstema berevanî ya pêşketî neşadine Şamê.

Heman jêder ji ajansa Interfaks ya Rûsî re dibêje, wê çend mehan bikşîne, heta ku ew çek bihgehijin Sûrîyê.

Ew herwiha dide zanîn ku teslîmkirina sîstema berevanî ya pêşketî, S-300 berî meha Îlonê pêk nayê.

Rûsya ragihandibû ku ewê muşekên pêşketî bişîne Sûrîyê ku Şam bikaribe xwe li dijî maytekirina derveyî biparêze.
XS
SM
MD
LG