Lînkên eksesibilîtî

Rûsya Dibêje Wê bi Roketan li Bingehên DAIŞ'ê li Sûrîyê Xistine


Wezareta berevanî ya Rûsya girteyeke vidyo weşand û dide zanîn ku hêzên wan li Derya Spî bi roketên Cruise êrîşî bingehên DAIŞ'ê li Sûrîyê kiriye. Lê ajansa AFP dibêje ku ew nikarin naveroka vidyo ya avêtina roketan piştrast bikin,

Ajansan ji zarê wezareta berevanî ya Rûsî derbarê bûyerê radigihînin ku weazretê daxuyaniyek taybet weşandiye û dibêje, keştîyên wan yên cengê yên li Derya Sipî, bingehên fermandar û depoya çekên DAIŞ'ê li herêma Hema kirîne armanc, lê dema avêtina rokêtan eşkere nekir.

Rûsya welatê herî li pêş yê aligirê hikûmeta Beşar Esad e, wê ji sala 2015an vir ve, pir caran êrîş birîye ser bingehên grubên tûndrê li Sûriyê. Moskowê herwiha ji Derya Sor jî pir caran bi roketên dûravêj bingehên Îslamêîyên tûndrê li Sûrîyê dane ber roketan.

XS
SM
MD
LG