Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hişyarî Dide ku Êrîşan Hember Binpêkerên Agirbestê li Sûrîyê Bike


Firokên Rûsî

Rûsya hişyarî dide ku ew dikare ji îro pê ve êrîşên yekalî pêk bîne, li hember alîyên ku rêkeftina sekinandina neyartîyan li Sûrîyê binpê dikin.

Daxuyanîya Rûsya di vê demê de tê ku rexneyên Moskowê li hember Washingtonê pirtir bûne ku di çavdêrîkirina şikandina agirbestê de gelek hêdî ye.

Her du welat roleke girîng lîstîbûn ku şerê navbera alîgirên hikûmetê û serhildayan de bisekine, lê êrîşên dijî komên terorîst wên wek DAIŞ û Nusra bidomin.

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê Staffan de Mistura xema xwe dîyar kir ku hevkarîya navbera Amerîka û Rûsya têk biçe.

XS
SM
MD
LG