Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê Dîyaloga bi Amerîka re Bidome



Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, 21 Rêbendan,2022, Cenevre Swîsre
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, 21 Rêbendan,2022, Cenevre Swîsre

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înîyê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re hevdîteneke bo 90 deqîqayan pêk anî.
Antony Blinken û Sergey Lavrov bo gera dawî ya danûstandinên bi armanca kêmkirina alozîya di navbera Rûsya û welatên rojava ya jiber îhtîmala dagîrkirina Ukraynayê ji hêla hêzên Rûsî ve, kom bûn.


Lavrov piştî hevdîtinê preskonfêranseke darxist û got ku dîyaloga ser daxwazên ewlehiyê yên Moskowê wê bidome û ew li bendê ne ku hefteya pêş ji Washingtonê bersîvên nivîskî werin dayîn.


Lavrov hevdîtin wek "çêker û bikêrhatî" bi nav kir û got ku Amerîkayê qebûl kiriye ku di hefteya pêş de, bo daxwazên Rûsyayê yên ser Ukrayna û NATOyê bersîveke zelal û nivîskî bide.


Wî îdayên Amerîka û NATOyê yên ku dibêjin Rûsya amade ye êrîşî Ukraynayê bike red kir, dîsa israr kir ku planên wan yên wiha tune ne.
" Min îro yek gotareke nebihîst ku helwesta Amerîkî ya di derbarê tiştên ku li ser sînorê Rûsya û Ukrayna diqewimin, piştrast bike; tenê fîkar, fîkar, fîkar," Lavrov got.
Lavrov bi berdewamî dîyar kir ku fîkarên wan girêdayê rastîyên ku ti kes nikare, veşêre ne.


" Şandina çekan û bi sedan şêwirmendên perwedehî yên leşkerî yên rojavayî bo Ukraynayê," Lavrov got.


Lavrov got ku ew hêvî dike ku hestên li ser Ukraynayê sar bibin û îdayên Rûsyayê dubare kir ku ew bo cîranê xwe yê Sovyeta berê re ne gef e.
Berîya destpêkirina hevdîtinê Blinkên ji Lavrov re li pêş rojnamevanan got ku ev demeke girîng ya krîtîk e.


Blinken piştî civînê ji rojnamevanan re got, "Me hêvî nedikir ku îro ti serketinên mezin çêbibin, lê ez bawer dikim ku em niha li ser rêyek zelaltir in ku helwestên hev fam bikin."
Li bendeye ku wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken jî preskonferenseke cuda dar bixe.











XS
SM
MD
LG