Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya 10 Dîplomatên Estonya, Letonya Û Lîtvanya Dersînor Dike


Nexşeya Rûsya, Ukrayna û Dewletên Baltîk ên Estonya, Letonya û Lîtvanya.

Rûsya îro Sêşemê bi giştî 10 dîplomatên her sê welatên Baltîk - Estonya, Letonya û Lîtvanya- dersînor kirin.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku ew destûra 4 dîplomatên Lîtvanya, 3 yên Letonî û 3 yên jî Estonî betal kiriye û ji wan xwestiye ku ji Rûsyayê derkevin.

Ev biryara Rûsya wek tolhildana wan welatan ku di destpêka vê mehê de dîplomatên Rûsî dersînor kiribûn tê nirxandin.

Sê welatên Baltîkê, di 18'ê Adarê de, 10 karmendên balyozxaneya Rûsî bo nîşandana piştevanîya bi Ukrayna re dersînor kiribûn.

XS
SM
MD
LG