Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Îro Şîna Balyozê Kuştî Karlov Digire


Rûsya îro Pêncşemê li Wezareta Karê Derve ya li Moskowê, şîna balyozê xwe ku li Enqerê hatibû kuştin digire.

Darbesta balyozê kuştî Andre Karlov, bi gul û kulîlkan hat xemilandin û jibo wî merasîmeke leşkerî hat darxistin.

Piştî merasîmê Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokwezîrê Rûsya Dimitri Medvedev û Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov ji malbata Karlov re sersaxî xwestin.

Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan dibêje kujerê Karlov ''bêguman'' endamê bizava Fetullah Gulen e.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî di destpêka vê hefteyê de di ser telefonê re bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîka John Kerry re peyîvîbû.

Çavuşoglu ji Kerry re gotibû ku ew bawer dikin ku tilîya Gulen di vê kuştinê de heye, ku Tirkîyê wî wek berpirsê hewila derbeya têkçûyî dibîne.

Berdevkê seroktîya Rûsya Dmitry Peskov do Çarşemê dîyar kiribû ku jibo vekolaneke berfireh divê hemî hûrgilî û têkîlîyên kuştinê zelal nebin û lezûbez jî neyê kirin.

XS
SM
MD
LG