Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li Amerîka û YE Dike ku Dijî Belarûsê Toleyan Ranegihînin


Rûsya bang li Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku maytekirinê li karên navxweyî yên Belarûsê nekin û dijî wê toleyan ranegihînin.

Wezareta Derve ya Rûsya bi daxuyanîyekê dîyar kir ku divê li ser rêvebirîya Mînskê ti zexta sîyasî çênebe.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Cîgirê Wezîrê Derve yê Stephen Biegun berî wê daxuyanîyê li Moskowê kom bûbûn û ser rewişa Belarûsê danûstandin kiribûn.

Protesto û grevên dijî Serokê Belarûsê Aleksandr Lukashenko ew bi qasî du hefte ne didomin.

Amerîka û YE, hilbijartinên 9’ê Tebaxê yên ku bi serketina Lukashenko encam dabû bi tundî rexne kiribûn.

Opozîsyona Belarûsê îdia dike Lukashenko bi ‘’sextekarî’’yê bi ser ketiye.

YE dide zanîn ku hilbiartinên Belarûsê bi awayekî adil çênebûne û dijî wê gefên ser ragihandina toleyan dixwe.

XS
SM
MD
LG