Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ew bo Rewişa Şervanên Brîtanî Baldar E


Wezareta Derve ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku ew bo rewişa şervanên Brîtanî yên li Ukrayna hatine girtin baldar in.

Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova da zanîn ku wan av û xwarin daye wan şervanan û bo wan alîkarîya hewce kiriye.

Zakharova got mîna şervanên din yên hatine girtin, bala wan li ser şervanên Brîtanî ye jî.

Wê da zanîn ku hin şervanên bîyan xwe radest kirine hîn jî hatine girtin.

Du şervanên Brîtanî yên li Ukrayna şer kirine, roja Duşemê li ser televîzyonên Rûsya xuya bûn.

Wan ji karbidestên Ukrayna xwestin ku bo ew werin berdan, ew jî alîgerekî Serokê Rûsya Vladimir Putin berdin.

XS
SM
MD
LG