Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya, Brîtanya bi "Çêkirina Çîrokên Sexte" Tawanbar Dike


Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî (NY), Brîtanya ser hewildana kuştinkarîya dijî cotsîxur Sergey Skripal û keça wî Yulia, bi "lîstîna bi êgir" "çêkirina çîrokên sexte" tawanbar kir.

Balyozê Rûsya Vasiyly Nebenzia li Civata Ewlekarî ya NY dîyar kir ku wan ji hevalên xwe yên xebatê yên Brîtanî re gotiye ku "hûn bi êgir dilîzin û hûnê bi vê yekê biêşin"

Brîtanya îdia dike ku di hewila kuştinkarîyê de destê Rûsya heye, lê Moskow vê îdiayê red dike.

Balyoza Brîtanya li NY'ê Karen Pierce jî da zanîn ku Rûsya dijî ewlekarîya cîhanî gefan çêdike.

Sîxurê berê yê Rûsya Sergey Skripal û keça wî Yulia di 4'ê Adarê de li Salisbury ya Brîtanya, bi awayekî jihişçûyî hatibûn dîtin.

Yulia Skripal ya 33 salî do Pêncşemê dîyar kiribû ku "hêza wê roj bi roj xurrtir" dibe. Rewşa Sergey Skripal ya 66 salî hîn giran e.

XS
SM
MD
LG