Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Çîn Dijî Stratejîya Nû ya Amerîka Bertekan Nîşan Didin


Rûsya û Çînê dijî stratejîya ewlekarîya neteweyî ya Amerîka, ku Serok Trump nû ragihand, bertek nîşan dan.

Rûsya ser stratejîya nû got ku ‘’emperyal’’ e û dîyar kir ku Amerîka bi vê stratejîya cîhaneke piralî naxwaze.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, da zanîn ku Rûsya bo Amerîka ne gefeke ewlekarîyê ye û ew bo daxwaza Trump, ku gotibû bi Rûsya re bo berjewendîyên hevpar dixwaze hevkarîyê bike, kêfxweş in.

‘’Moskow, jibo berjewendîya me her duyan, çi dem ku dostên me yên Amerîkî hazir bin dixwaze hevkarîyê bike’’ Peskov got.

Trump di stratejîya nû de, ku li ser prensîba ‘’Berê Amerîka’’ çêkiribû, fikarên xwe yên ser Rûsya û Çînê ragihandibû û dîyar kiribû ku her du dewlet dijî ‘’nirxên Amerîka, kartêkirina û dewlemendîya wê hewil didin ku gefan bixwin’’

Wezareta Derve ya Çînê jî ji Amerîka xwest ku ‘’fikra Şerê Sar’’ biterikîne û armancên Çînê bi awayekî xirab nîşan nede.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Hua Chunying ji rojnamevanan re dîyar kir ku Çîn û Amerîka di aborîyê de welatên herî mezin in û bo her du dewletan jî ya baş bo siberojê hevkarî ye.

XS
SM
MD
LG