Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Hejmara Mirinên ji Korona jiber Cureya Delta Jinûve Bilind Dibe


Rûsya jiber belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Delta roja Înê bi awayekî rekorî mirinên ji vîrusê tomar kir.

Karbidestên Rûsya roja Înê dîyar kirin ku di 24 saetên dawî de 679 kesan bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane ku ew bo wî welatî ji destpêka pandemîyê vir ve hejmara herî bilind e.

Di 24 saetên dawî de 6,893 ji Moskowê 23,218 pêketinên vîrusa korona hatine qeyd kirin.

Berpirsên li Moskowê dibêjin ku jiber zêdebûna pêketinan nexweşxane jinûve tije dibin ku kapasîte êdî têra wan nake.

Cîgira Bajarvanê Moskowê Anastasiya Rakova da zanîn ku tevî belavbûna vîrusa korona jî bo ew karantînê ranegihînin çi ji dest wan were ewê bikin.

Jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona karbidestên Rûsya banga karanîna vaksînan dikin, lê anket raber dikin ku gelek welatî naxwazin wan li xwe xin.

Li Moskowê pirtir ji 12,5 mîlyon kes dijîn û heta niha 2,6 mîlyon kesan bi kêmî ve dozeke vaksînê karanîne.

XS
SM
MD
LG