Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Operasyonên li Herêma Donbasê Berfireh Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku Rûsya êrîşên xwe yên li herêma Donetskê gurtir kirine.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand.
Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku hêzên Rûs li rojihlata Ukrayna êrîş birine ser 87 herêman û 7 depoyên kelûpelên leşkerî.

Li gor daxuyanîya wezaretê, 4 navendên fermandarîyê, navendeke ragihandinê hatine ruxandin.

Rûsya da zanîn ku hêzên wê sê firokên Su-25 yên Ukrayna xistine.
Karbidestên Rûsya dibêjin ku bi muşekên menzîldirêj yên ji derya hatine firandin, çekên li rawestgeha trenê ya li Malinê jî hatine pûç kirin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê destpê kir.
Rûsya ser tevgerên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan wek dagirkrin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG