Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Biryara ECHR ya Ser Berdana Navalny Red Dike


Hikûmeta Rûsya, biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) ya ser berdana sîyasetvanê rikberîyê Alexei Navalny red kir.

ECHR bi biryara xwe bang li karbidestên Rûsya kiribû ku Navalny berde.

Li gor biryara ECHR, Navalny jiber ku guman heye ku ew bi rîskên jîyanî re jî rûbirû maye divê were berdan.

Wezîrê Dadê yê Rûsya Konstantin Chuychenko dîyar kir ku biryara ECHR dijî qanûnan e û ne li gor normên hiqûqê ye.

Chuyhenko ji medya Rûsya re da zanîn ku ECHR bi biryara xwe hewil dide maytekirinê li dadgehên wan bike, lê ewê daxwaza wê bi cîh neynin.

Qanûnên Rûsya rê dide ku ew li hember biryarên peyman û sazîyên navneteweyî li gor parlamana neteweyî tevbigerin.

Navalny par piştî nexweş ketibû bo dermankirinê çûbû Almanya û karbidestên saxlemîyê li wir dîyar kiribûn ku rêberê opozîsyonê hatiye jehrkirin.

Welatên rojavayî dibêjin ku Navalny hatiye jehrkirin, lê Kremlîn wê tawanbarkirinê red dike.

Navalny, tevî rîska girtinê vegerîbû welatê xwe û jiber girtina wî li Rûsya û civaka navneteweyî bertek çêbûn.

Parêzerên Navalny, ser berteka hikûmeta Rûsya ya dijî biryara ECHR hîn ti şirove nekirine.

XS
SM
MD
LG