Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Rêkeftina Sûrî, Rûsya Êrîşên Esmanî Zêde Dike


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku firokên Rûsî êrîşên esmanî yên dijî serhildayên gurtir kirine, çend seet berî ku rêkeftina sekinandina neyartîyên zindî bibe.

Dîreoktorê SOHRê Rami Abdel Rahman got, ji şeva borî heta vê sibehê êrîşên Rûsî li hember çeperên serhildayan li Ghoutaya rojhilat û dora Şamê û bakurê Humsê û rojavayê Helebê berdewam kirin.

Rahman bal kişand ku hêza êrîşên dawî yên Rûsî ji yên berê gelek hêzdartir in.

Li gor SOHR, di êrîşên dawî de li herêma Cebel el-Qabtan ji heman malbatê 8 kes şeva Pêncşemê hatin kuştin ku 3 ji wan zarok bûn.

XS
SM
MD
LG