Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Bo Tevlîbûna Hêzên Dijî DAIŞê Şertên Pêşîn Nayên Pejirandin


Esad û Lavrov

Rûsya îro Çarşemê dibêje, êrîşên terorîstî yên Parîsê nîşan daye ku divê hêzên cîhanê li hember gefên DAIŞê yek bin, lê nabe ku çûyîna Esad ji desthilatê bibe şerta pêşîn ya vê yekê.

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov, piştî hevdîtîna ligel hevtayê xwe yê Lubnanî, Gebran Bassil li Moskowê peyîvî. Lavrov got, nayê pejirandin ku bo tevlîbûna şerê navnetewî ya dijî DAIŞê şert û mercên pêşîn bêne danan.

Lavrov geşbînîya xwe dîyar kir ku piştî êrîşên dawî welatên Rojavayî ji hevkarîya bi Rûsya re li Sûrîyê pirtir vekirî bin.

Serokê Fransa Francois Hollande piştî êrîşên terorîstî yên Parîsê, ku herî kêm 129 kes tê de hatibûn kuştin, bang li afirandina koalîsyoneke berfireh ya dijî DAIŞê kiribû.

Hollande jibo heman armancê, li ber e hefteya pêş were Washingtonê û ligel Serokê Amerîka Barack Obama bicive.

Ofîsa Holland herwiha ragihand ku Serokê Fransî di nav hefteya were de bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re jî hevdîtinekê bike.

XS
SM
MD
LG