Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya jibo Danûstandinên Ser Heremên Ewle Amade Ye


Koçberên Sûrîyê li kampeke nêzî Îdlibê
Koçberên Sûrîyê li kampeke nêzî Îdlibê

Wezîrê Karên Derve yên Rûsya Sergey Lavrov da zanîn ku Moskow jibo herêmên ewle yên li Sûrîyê, amade ye ku bi Amerîka re danûstandinan bike.

Lavrov, do Çarşemê dîyar kir ku ew û hevtayê wî yê Amerîkî Rex Tillerson, li Almanya ser mijara heremên ewlê bi kurtî axifîne.

Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku jibo penaber li welatên din bi cih bibin gava yekê li Sûrîyê çêkirina herêmên ewle ye.

Lavrov got ku Amerîka di çêkirina herêmên ewle de divê her tiştî bi hikûmeta Sûrîyê koordîne bike.

Hêjayî bîrxistinê ye, alîyên şerker yên Sûrîyê îro Pêncşemê dê li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenev'ê bicivin.

XS
SM
MD
LG