Wezareta Derve ya Rûsya îro Pencşemê da zanîn ku Yekîtîya Ewrupa (YE) di şerê li Ukrayna de dibe alîgir.
Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova dîyar kir ku welatên YE’ê çekan didin û dibin sponsorên terorê.
Zakrarova da zanîn ku welatên Rojava ji destpêka operasyonên Rûsya vir ve çekên bi mîlyar dolaran ji Ukrayna re şandine.
Wê dîyar kir ku ew piştgirîya welatên Rojava yên bo Ukrayna êrîşkarîya wan bi awayekî eşkere raber dike.
Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kir.
Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh jî radigihînin.