Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Agirbesta Wê li Helebê Berdewam E


Rûsya îro Duşemê dibêje, hêzên wê yên esmanî êrîşên xwe li ser rojhilata Helebê sekinadine, tevî ku serhildayan pêşnîyara Rûsya ya terkandina bajêr red kiriye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji nûçegîhanan re got ku agirbesta hêzên esmanî yên Rûsya li Sûrîyê berdewam e.

Peskov got, biryara Putin ya domandina agirbestê, bi şerteke girîdayî ye ku serhilda êrîşên mezin li ser hêzên hikûmetê nekin.

Rûsya ji 18ê Cotmehê vir ve, piştî şermezerkirina civata navnetewî, êrîşên esmanî li ser Helebê sekinandine.

Serokê Rûsî Vladimir Putin roja Înê fermana “navberdana mirovahî” ya 10 demjimêran dabû û hêzên bêjeyî yên Sûrî jî agir sekinandibû ku sîvîl û serhilda bikaribin ji bajêr derkevin.

Lê, serhildayan ew pêşnîyar qebûl nekiribû ku bi çekên xwe ji bajêr derkevin û sîvîlan jî her li cîhê xwe mabûn.

XS
SM
MD
LG