Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Rewşa Îdlibê Dê Piştî Hilcivîna Tehranê Dîyar Bibe


Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Ryabkov dîyar kir ku rewşa Îdlibê dê piştî hilcivîna li Tehranê zelal bibe.

Rêberên Rûsya, Îran û Tirkîyê dê roja Înê li Tehranê kom bibin.

Ajansa nûçeyan ya TASS ragihand ku Ryabkov di preskonferansekê de daye zanîn ku ewê rewşa Îdlibê ji alîyê leşkerî ve piştî hilcivîna Rûsya, Îran û Tirkîyê dê dîyar bibe.

Kremlînê jî da zanîn ku rewşa Îdlibê fikaran çêdike û Rûsya ser vê mijara bi hin dewletan re hevdîtinan pêk tîne.

Berdevkê Kremlîniê Dimitri Peskov ji rojnamevanan re got ku rewşa Îdlibê fikaran roj bi roj zêdetir dike û da zanîn ku karbidestên Rûs bi hevtayên xwe re ser Îdlibê danûstandinan dikin.

XS
SM
MD
LG