Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Pevçûnên li Herêma Îdlibê Didomin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li Xan Şêxunê êrîşên esmanî li dar ketine û jimareke kesan hatine kuştin.

Rûsya dîyar kiribû ku hêzên hikûmeta Sûrîê li Îdîibê êrîşên dijî serhildayan rawestandîye.

Karbidestên girêdayî Wezareta Berevanî ya Rûsya dabûn zanîn ku ku hêzên hikûmeta Sûrîyê êrîşên dijî Îdlibê di 18ê Gulanê de, bi şev sekinandîye.

Di Îlona 2018an de, Rûsya û Tirkîyê li hev kiribû ku li Îdlibê heremeke ewle çêbe lê di hefteyan borî de şerê li wê herêmê jinûve gur bûbû.

XS
SM
MD
LG