Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dê di hefteya pêş de li Moskowê bicivin.
Reutersê ew agahî ji zarê kanala dewletê ya Rûsya ya bi navê Rossiya-1 ragihand, lê wê neda zanîn ku ewê Putin û Reîsî tam çi wext bicivin û ser çi biaxifin.
Rûsya jî bi hêzên cîhanê yên mîna Amerîka, Çîn û Almanya re beşdarî ser jinûve aktîfkirina peymana navokî ya sala 2015’an ku bi wê peymanê li hember sînordarkirina bernameya navokî hin toleyên dijî Tehranê hatibûn rakirin.
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, Washington di sala 2018’an de ji peymanê vekişandibû.
Piştî vekişîna Amerîka, Îranê piranîya sînordarkirinên jiber peymanê hatine ragihandin binpê kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsya roja Înê gotibû ku di danûstandinên ser geşkirina peymana navokî de hin pêşdeçûn çêbûne.