Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Rûsya di 24 saetên dawî de 1,106 kes bi vîrusa korona mirine ku ew hejmar li wî welatî ji destpêka pandemîya vir ve hejmara herî bilind e.
Hejmarên pêketin û mirinên ji vîrusa korona yên li Rûsya di 8 rojên dawî de 6 rojan rekor şikandine.
Karbidestên Rûsya herî dawî 36,446 pêketinên vîrusa korona ragihandin ku ew hejmar rojek berî wê 37,930 bû.
Di hefteya pêşî ya Mijdarê de, firoşgehên li seranserê Rûsya dê werin girtin.
Li Moskow ya paytext jî dê ji 28’ê Cotmehê pê ve bi tenê dermanxane û supermarket bo pêdivîyên sereke vekirî bimînin.
Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku jiber kêmbûna rêjeya karanîna vaksînê pêketin û mirinên vîrusa korona zêde bûne.
Serokê Rûsya Vladimir Putin bo teşwîqkirina karanîna vaksînan ferman da ku bo kesên vaksîn li xwe dane du rojan mafê betlaneyê were dayîn.