Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Em Dikarin di Navbera Hêzên Kurdan û Hikûmeta Şamê de Navbeynkarîyê Bikin


Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Serokê Rûsya Vladimir Putin, Mihail Bogdanov ji Bloombergê re dîyar kir ku ew dikarin di navbera hêzên Kurdan û hikûmeta Şamê de navbeynkarîyê bikin.

Bogdanov da zanîn ku bo Artêşa Sûrîyê vegere bakurê rojhilata welêt û hêzên Tirkîyê jî vekişin, ew dikarin di navbera ‘’hêzên Kurdan yên di bin berevanîya Amerîka’’ û hikûmeta Şamê de navbeynkarîyê pêk bînin.

Hefteya borî Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku ewê hêzên xwe yên li Sûrîyê vekişînin.

Piştî gotinên ser vekişandina leşkerên Amerîkî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova dîyar kiribû rojhilata Sûrîyê, piştî vekişîna Amerîka li gor hiqûqa navneteweyî bikeve destê hêzên hikûmeta Sûrîyê.

Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike.

Tirkîye, HSD’ê wek rêxistineke terorî dibîne û karbidestên wê dîyar dikin ku ewê dijî rojhilata Firatê operasyonekê li dar xînin.

XS
SM
MD
LG