Karbidestên Ukraynî îro Çarşemê ragihand ku hêzên Rûsî bi mûşekan êrîş bir ser avahîyeke sivîlan ya bajarê Mykolaiv li başûrê welêt.
Karbifestan ragihand ku di encamê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.
Bajarvanê Mykolaiv Oleksandr Senkevych ragihand ku heşt mûşek li bajêr ketine û ji welatîyan xwest ku heremê biterikînin.
Oleksandr Senkevych da zanîn ku di êrîşa ser avahîya sivîlan de hêzên Rûsî mûşeka X-55 bi kar anîye.
Wî herwiha got ku xebatên rizgarkirina welatîyan berdewam dikin.