Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Navberdana Mirovahî ji Şerê li Helebê re Radigihîne


Wezareta Berevanî ya Rûsî îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî û Sûrî roja Pêncşemê xwe bo “navbereke mirovahî” ya 8 demjimêran amade dikin.

Berdevkê wezaretê General Sergei Rudskoi îro ji nûçegîhanan re got ku hêzên Rûsî û Sûrî, di 20ê mehê de navbera 8:00 û 16:00 çekên xwe li Helebê rawistînin da ku sîvîl, kesên nexweş û birîndar û çekdar bikarin ji bajêr derkevin.

Rudskoi da zanîn ku jibo gel bikaribe ji Heleb derkeve wê du korîdor bêne ava kirin.

Amerîka û hin welatên Ewrupî Moskow û Şam sûcdar dikin ku tawanên ceng pêk tîninn, lê Rûsya wê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG