Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Rûsya 5 dîplomatên Portezkîzê dersînor kirine.
Reutersê ji zarê Wezareta Derve ya Portekîzê da zanîn ku Lîzbonê meha borî 10 dîplomatên Rûs dersînor kirine û Moskowê jî bi dersînorkirinê 5 dîplomatên Portekîzê bersîv daye.
Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir.
Welatên Ewrupa ji 24’ê Sibatê vir ve pirtir ji 300 karmendên Rûs yên balyozxaneyan dersînor kirine û Rûsya jî bersîva wan dide.
Wezareta Derve ya Rûsya dîyar kir ku divê ew dîplomatên Portekîzî heta 14 rojan ji welêt derkevin.
Rûsya do Çarşemê jî dabû zanîn ku wê bi bersîva dersînorkirina ji Fransa, Îspanya û Îtalya 85 karmendên balyozxaneyan dersînor kirine.