Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku li firîngeha Qamişlo ya li bakurê Sûrîyê bingeheke helîkopteran ava kiriye.
Ajansa nûçeyan ya Interfaxê ya Rûs da zanîn ku Rûsya helîkopterên leşkerî yên veguhastinê bi cîh kirine.
Li gor nûçeya ajansê li bingeha helîkopteran ya li Qamişlo sîstema berevanî ya esmanî, ewlekarîya erdê û navendên saxlemîyê hene.
Bi qasî 10 maşîneyên bi motor jî li bingeha Rûsan hatin bi cîh kirin.
Helîkopterên Rûs yên Mi-35 û Mi-8 li sînorê Sûrîye û Tirkîyê firînên nobedarîyê li dar dixin.
Li Qamişlo, Artêşa Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) heye.
Firîngeha li Qamişlo bi salan e di destê Artêşa Sûrîyê de ye û ji wir peywendîya bi Şamê re çêdibe.
Şîroveyan bibîne
Already have an account? Log in
Not a registered user? Navê xwe binivîse
Pirtir şîrove bar dike