Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Li Sûrîyê Êrîşên bi Firokên Bêmirov Zêde Bûne


Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku li Sûrîyê 46 firokên bêmirov xistine xwarê.

Du roj berê, di êrîşeke Dewleta Îslamî de (DAIŞ), ku dijî navendeke Artêşa Sûrîyê pêk anîbû, heft leşker hatibûn kuştin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya Igor Konaşenkov da zanîn ku pênc firokên bêmirov li nêzî bingeha Hemeimeem, di sê rojên dawî de hatin xistin.

Bingeha li Lazqîyê, navenda sereke ya operasonên Rûsya ye.

Konaşenkov da zanîn ku firokên bêmirov basît xuya dikin, lê menzîla wan heta 100 kîlometre heye.

Konaşenkov dîyar kir ku çekdar bê ku ji derve alîkarî hebe nikarin wan firokan çêkin, lê kî alîkarîya wan dike negot.

Konşankev da zanîn ku di rojên dawî de êrîşên bi firokên bêmirov zêde bûne û dîyar kir ku piranîya wan ji alîyê çekdarên ku li Îdlibê bi cîh bûne têne avêtin.

XS
SM
MD
LG