Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Sûrîyê 10 Muşekên Îsraîlê Pûç Kirine


(arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hêzên çekdar yên Sûrî ji 12 muşekên Îsraîlê, ku bi firokên F-16 ber bi axa Sûrîyê ve hatine firandin, 10 pûç kirine.

Reutersê ew agahî ji zarê karbidestekî payabilind yê Rûs ragihand.

Li gor daxuyanîya wî karbidestî, muşekên Îsraîlê bi sîstemên Buk-M2E û Pantsir-S hatine pûç kirin.

Ew karbidest dibêje ku êrîşa li ser Humsê bi 6 firokên F-16 çêbûye û di êrîşê de 1 leşkerê Sûrî birîndar bûye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG