Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Tirkîye Ser Îdlibê Danûstandinê Dikin


.
.

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê ser rewşa bakurê Sûrîyê axifîn.

Kremlînê bi daxuyanîyekê ragihand ku her du rêber ser hevkarîya li herêma ewlele peyivîne.

Li gor daxuyanîya Kremlînê her du rêberan li hev kir ku bo kêmkirîna girjîya li herêma Îdlibê hevkarîyê bikin.

Axaftina her her du rêberan ser daxwaza Erdogan pêk hatibû.

Di daxuyanîya Tirkîyê de hat gotin ku rejîma Sûrîyê li Îdlibê agirbestê binpê dike û zararê dide ewlekarîya neteweyî ya Tirkîyê.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê û Rûsya ew çar meh in dijî Îdlibê, ku wek navenda dawî ya serhildayan tê dîtin, operasyonan li dar dixin.

Piranîya Îdlibê di bin kontrola Heyet Tahrîr Şam de ye ku ew jî girêdayî El Qaydê ye.

XS
SM
MD
LG