Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Tirkîye Wê Gotûbêjên Ser Genimê Ukraynî Bidomînin


Wezareta Berevanîyê ya Rûsya îro Çarşemê ragihand ku Rûsya û Tirkîye ser gotûbêjkirina avakirina korîdora ewledar li Deryaya Reş hevbîr bûne, ku bo derfirotina genimê Ukraynî wek rêka alternatîf tê dîtin.

Wezareta Rûsî da zanîn ku ev biryar piştî danûstandinên di navbera karbidestên wezaretên berevanîyê yên her du welatan do Sêşemê li Moskowê hatiye girtin.

"Şandeyên Rûsî û Tirk hevbîr bûn ku bo derbazbûna ewle ya keştîyan û derfirotina genim ji benderên Ukrayna gotûbêjan bidomînin," wezaretê got.

Televîzyona fermî ya Tirkîyê, TRT jî îro heman agahî ragihand û got ku hevdîtinên navbera şandeyên Tirk û Rûs erênî û avaker bûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Ukrayna û Rûsya û herwiha welatê cîran ya deryayî, Tirkîyê kiribû ku ser korîdorekê li hev bikin.

"Bi armanca çareserkirina pirsgirêkê, hevdîtinên navbera Tirkîye, Rûsya, Ukrayna û NY lihevkirin çêbû," TRT ragihand.

Enqerê ragihand ku ger li Stenbolê jibo şopandina plana korîdora deryayî navendek ava be, ew amade ye rola mekanîzmaya çavdêriyê pêk bîne.

Ukrayna, li cîhanê yek ji dewletên herî mezin ya hilberîna genimê ye, lê jiber şerê berdewam nikare genimê bifroşe derve û ew jî bûye yek jî sedemên kêmbûna xwarinê li seranser dinê.

Moskow berpirsîya krîza xwarinê red dike û jiber kêmbûna xwarinê toleyên Rojavayî tawanbar dike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG