Rûsya da zanîn ku lîsteya toleyên ya dijî Ukrayna berfirehtir kiriye.
Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev ji Twitterê dîyar kir ku wan bo berevanîya berjewendîyên dewlet, kompanî û hemwelatîyên Rûsya dijî hin kompanî û hemwelatîyên din yên Ukrayna, tole ragihandine.
Li gor biryarnameya ku Medvedev îmza kiriye, 245 hemwelatîyên Ukrayna û 7 kompanîyên wî welatî ketine ‘’lîsteya reş’’
Bi toleyên dawî re hejmara hemwelatîyên Ukrayna yên ku Rûsya dijî wan tole ragihandine rabû 567’an û ya kompanîyan jî gihaşt 75’an.