Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borrell: Tevgerên Rûsya yên li Sînorên Ukrayna Fikaran Çêdikin


Nûnerê Bilind yê Peywendîyên Derve û Sîyaseta Ewlekarîyê yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell bi rêka telefonê bi Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmitro Kuleba re axifî.

Borrell piştî axaftinê ji Twitterê dîyar kir ku tevgerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna bi wan re fikar çêkirine û da zanîn ku ew li hember Moskowê ‘’bêguman’’ piştgirîya Kîevê dikin.

Wî ragihand ku ewê di dawîya vê mehê de dîplomatên payabilind yên Ukrayna û wezîrên derve yên welatên YE’ê bicivin û ser tevgerên Rûsya bipeyîvin.

Karbidestên Ukrayna dibêjin ku Rûsya leşkerên xwe li sînorên welêt bi cîh dike û Kremlîn vê îdiayê red nake, lê dide zanîn ku ew dijî ti kesî gefan naxwin.

Serokê Amerîka Joe Biden jî hefteya borî dîyar kiribû ku ew dijî ‘’êrîşvanîya Rûsya’’ piştgirîya yekîtîya axa Ukrayna û serwerîya wê dikin.

Girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014’an vir ve dewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha pirtir ji 13 hezar kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG