Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bennett bi Serokên Rûsya û Ukrayna re Axifî


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett roja Çarşemê bi rêberên Rûsya û Ukrayna re axifîye.

Reutersê dîyar kir ku Bennett berê bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re peyivîye.

Zelenskyy ji Twitterê da zanîn ku ew bi Bennett re ser ‘’êrîşkarîya Rûs’’ axifîye.

Piştre Kremlînê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Bennett bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re peyivîye.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Putin ji Bennett re daye zanîn ku ger ew bala xwe bidin ser fikarên Rûsya yên bo ewlekarîyê ewê çareserkirina girjîyê hêsantir bibe.

Peywendîyên Îsraîlê hem bi Moskowê re hem jî bi Kîevê re rind in.

Karbidestên ofîsa Bennett piştrast kirin ku ew bi rêberên Rûsya û Ukrayna re axifîye, lê zêdetir agahî nedan.

Bennett roja Çarşemê li Kanal 13 ya Îsraîlê dîyar kir ku ji Îsraîlê tê xwestin ku bi her du alîyan re jî dîyalogê çêke.

Hêjayî balkişandinê ye, Îsraîl hin caran êrîşan dibe ser navendên Îranî yên Sûrîyê ku li wir serwerîya leşkerî ya Moskowê jî heye.

XS
SM
MD
LG