Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê Muşekên S-300 yên Ukrayna Pûç Kirine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku Rûsya firokşikênên S-300 yên li Ukrayna pûç kirine.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand.

Wezareta Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku hêzên wan bi muşekên Kalibr, li Dnipro li çar S-300’an xistine.

Li gor daxuyanîya wezaretê, hêzên Rûs di êrîşê de li 25 leşkerên Ukrayna jî dane.

Rûsya da zanîn ku welatekî Ewrupa ew firokşikên dane Ukrayna, lê navê wî welatî eşkere nekir.

Slovakya, ku hin muşek dabûn Ukrayna, dîyar kir ku Rûsya ti êrîş nebiriye ser muşekên wan û da zanîn ku Moskow agahîyên şaş belav dike.

XS
SM
MD
LG