Ajansan nûçeyan ya Reutersê ragihand ku peymana dexil ya Rûsya û Ukrayna dê îro Înê were îmza kirin.
Berdevika Neteweyên Yekbûyî (NY) Michele Zaccheo li Cenevrê di brifînga rojane de dîyar ku merasîma îmzayê dê li Stenbol ya Tirkîyê çêbe.
Zaccheo da zanîn ku merasîm dê bi saeta herêmî di 16:30 de li dar keve.
Wê got ku bi Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres re dê karbidestên Tirkîye, Rûsya û Ukrayna li merasîmê hazir bin.
Hêjayî bîrxistinê ye, Rûsya û Ukrayna di firotana dexil de li cîhanê di rêzên pêş de ne û ji destpêka şerê her du dewletan vir ve karbidestên dewletan ser krîza xwarinê hişyarîyan didin.