Ajansa nûçeyan Reutersê ragihand ku Rûsya îro Duşemê serê sibê gelek êrîş birine ser jimareke bajarên Ukrayna.
Reutersê da zanîn ku bi êrîşên muşekî yên Rûsya sîvîl hatine kuştin û binesazîya bajarên hilweşîye.
Muşekên Rûsyayê firandine Kîev ya paytext li parkan, cîhên turîstîk û li rêyên serekî yên bajêr ketin.
Jêderên Ukraynî didin zanîn ku li Lviv ya li rojavayê welêt, li Ternopil, Zhytomyr, Dnipro, Kremenchuk û Zaporizhzhia û Kharkivê jî peqîn çêbûne.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar ku ew êrîş bo însan werin kuştin hatine plan kirin.
Wezareta Berevanî ya Ukrayna dîyar ku Rûsyayê 75 muşek firandine û berevanîya wan ya esmên 41 muşek xistine.
Polîsê bajarê Kievê dide zanîn ku bi êrîşan 5 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.