Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Misirê Sîsî Bo Metirsiya Bendava 'Nahza' Etîyopya Hişyar Dike


Serokê Misirê Abdulfetah el- Sîsî

Serokê Misirê Abdulfetah el- Sîsî îro Çarşemê Etîyopya jiber xeterîya şerekî ser bendava wê ya mezin ya li ser Nîla Şîn hişyar kir.

Daxuyanîya Sîsî, piştî ku danûstandinên Misir, Etîyopya û Sudanê bê encam bidawî bûn, hat ragihandin.

Sîsî, di merasîma vekirina avahîhîyekî nû ya hikûmetê de axivî û got ku Sudan û Misir li ser mijarê hevkarîyê dikin û hevkarî û lihevkirin ji her tiştî din pirtir baş e.

Hevdem, Sîsî jî bahsa pevçûnên herêmî yên berê kir û wiha got ku ew bûne şahidê lêçûnên her pevçûnekê.

"Ez ji birayên me yên Etîyopyayê re dibêjim, ka em negihîjin wê astê ku hûn destê bi dilopek ava Misirê bikin, jiber ku hemî îhtîmal vekirî ne," wî got.

Etîyopya hêvîya xwe ya pêşketina aborî û hilberîna elektrîkê bi Bendava Ronesansê ya Etîyopya ya Mezin ve girê dide.

Lê, Misir ditirse ku bendav dê dabînkirina wê ya ji Nîlê bixe bin xeterê.

Her wiha, Sûdan jî bo bandora li ser ava xwe, bi fikar e.

Wezîrê avê yê Etîyopyayê Seleshî Bekele ji Reuters re got ku ser daxuyanîya Sîsî ti şîroveyên wî tuneye.

"Em ava ku ji Misir yan Sudanê tê hilberandin bikar naynin jiber ku av ber bi Etîyopyayê ve , naherike.

Şandên ji sê hikûmetan serê vê hefteyê li Kinshasa ya Komara Demokratîk ya Kongo civyan da ku bo çareserîyê danûstandinan bikin lê, ti encam wernegirtin.

Misir û Sudan, bi daxuyanîyên piştî civîna Kinshasa de, Etîyopya jibo ne destpêkirina danûstandinên berîya dagirtina bendavê, tawanbar kirin.

Etîyopyayê roja Sêşemê got ku ew nikare têkeve nav peymanek ku mafên wê yên karanîna Nîlê binpê dike.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sudanê SUNA ragihand ku hikûmeta welat , ku hevdem bi Etîyopyayê re ser sînor alozdar e, xwestiye ku hêzên aştîyê yên Etîyopyayî yên li başûrê welêt nava hêzên Neteweyên Yekbûyî hene, werin guhertin.

Sudan û Misirê pêşnîyar kiribûn ku Yekîtîya Ewrupa (YE) , Amerîka û NY jibo hêsankirina danûstandinên mîna navbeynkar di gel Yekîtiya Afrîkî cîh bigirin.

Li gor ajansa nûçeyan ya dewletê FANA, her du welatan gotibûn ku Etîyopya di civînê de, pêşnîyar red kiriye.

Sîsî hefteya borî, got ku heke veberhênana ava Misrê ji bendavê bandor bibe, ewê li herêmê bêaramîyekî bêhempa derkeve holê.

XS
SM
MD
LG