Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîsî, Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett Bo serdana Misirê Vedixwîne


Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Misirê bo serdaneke fermî Bennett vexwendîye Misrê

"Vexwendina Serok Abdulfettah el-Sîsî, ji hêla wezîrê îstixbaratê yê Misrê ve di hevdîtineke bi Bennett re, li Orşelîmê re hat pêşkeş kirin," ofîsê got.

Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê yê dawî bû ku bi fermî serdana Misrê kir,di 2011'de, dema ku Husnî Mubarek desthilatdar bû.

Li gor ragihandinên medyaya Îsraîlî Netanyahu di 2018'an de bi rengekî dizî bi Sisi re li Misrê civîyaye.

Misir di 1979'an de, bû welatê yekê yên Ereban ku bi Îsraîl re peymaneke aştîyê îmza kir.

Peywendîyên di navbera her du welatan de bi salan di rengekî sar berdewam kirin. Lê, Misir di agirbestên di navbera Îsraîl û mîlîtanên Filistînî de pir caran roleke sereke lîstiye.

XS
SM
MD
LG