Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Sîstanî Bang li Welatîyên Îraqê Dike ku Di Hilbijartinên Giştî de Deng Bidin


Rêberê Şîayên Îraqê Ayatullah Alî Sîstanî

Ofîsa Rêberê Şîayên Îraqê Ayatullah Alî Sîstanî îro Çarşemê di derbarê hilbijartinên giştî yên welat yên di 10'ê Cotmehê de, daxuyanîyeke ragihand.

Alî Sîstanî bang li hemwelatîyên Îraqê kir ku di hilbijartinên parlemantoyê de jibo 'guhertineke rastîn' deng bidin.

"Rêberê olî yê herî mezin herkesî teşwîq dike ku bi zanebûn û berpirsiyarî beşdarî hilbijartinên ku têne, bibin," ofîsa wî got.

Di daxuyanîyê de, Sîstanî ji hilbijêran xwest ku "ji vê derfetê sûd werbigirin da ku guhertinek rastîn di rêvebirîya dewletê de pêk bînin û destên gendel û nebikêrhatî ji navendên wê yên sereke dûr bixin."

Di daxuyanîyê de hate destnîşan kirin ku Sîstanî piştgirîyê nade tu berbijarî û her wiha bang li dengderan kir ku kesên "ku piştgirîyê didin serwerîya Îraqê, ewlehî û aramîya wê" hilbijêrin.

Aktîvîst û gelek partîyan piştî serhildanê bi piranî biryara boykotkirina hilbijartinan, dane.

Tevî ku kêmasîyên pêvajoyê hebin jî, "ew awayê baştirîn e ku mirov welat ber bi siberojeke bibe, ku mirov hêvî bike rewş ewê çêtir bibe," ofîsa Sîstanî got.

Pispor, daxuyanîya Alî Sîstanî, gaveke wek dijî îhtîmala ku welatî bi rêjeyên bilind neçin ser sindoqan û dengûn xwe nedin, dinirxînin.

Bi deh hezaran Îraqî di 2019 'an de daketin kolanan û dijî hilweşîna xizmetên giştî û hikûmeteke ku wan wekî gendel û bêkêr bi nav dikirin, protesto kirin.
Di xwepêşandanên bi mehan de bi sedan kes hatin kuştin.

Sîstanî di dema rejîma zordar ya Saddam Huseyîn de bi salan li mal girtî hate hiştin.

Piştî têkçûyîna Saddam di 2003'an de, Sîstanî piştvanîya hilbijartinan dike û gendelîya hîkûmetê rexne dike.

XS
SM
MD
LG